Kerkûkî: Rewş aram dibe, ger Heşda Şabî û Milişyat derkevin, Pêşmerge vegerin!
Serokê Civata serkirdayetiya Kerkûk- Germyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê Kemal Kerkûkî ji K24 re diyarkir, ku Heşda Şabî û Milişyat nikarin aramiyê li Kerkûkê bîn in

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Civata serkirdayetiya Kerkûk- Germyan ya Partiya Demokrata Kurdistanê Kemal Kerkûkî, derbarê pêşhateyên dawî li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ji Kurdistan24 re ragehand, ku DAIŞ û şovenî hewil didin, bo ku Kurd li Kerkûk û Xaneqîn û çend navçeyên din nemîn in.
Ragihand jî, ku biçek kirin a hozên Ereban li wê deverê metirsiyek mezin durist kiriye. Kemal Kerkûkî liser rewşa Kerkûkê got, ku rewş gelekî metirsîdar e û da zanîn ku berpirsek ewlekarî li Kerkûkê heye, ku di heman demê de birayê wî Emîrê DAIŞê bû li Zab û ev, çawa dikarin DAIŞê ji Kerkûkê dûr bixin. Tekez jî kir, ku bi çûna derve ya mîlîs û Hêzên Heşda Şebî û vegera Pêşmerge rewş aram dibe.
C.B