Îsraîl: Îranê dest bi kêmkirina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye
Wezîrê Berevaniyê yê berê Îsraîlê radigihîne, Îranê dest bi kêmkirina hêzên xwe li Sûriyê kiriye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê yê erkê wî bidawî bûye ragihand, Îranê dest bi kêmkirina hêzên xwe li Sûriyê kiriye.
Wezîrê Berevaniyê yê berê yê Îsraîlê Naftali Bennett dema postê xwe radestî wezîrê nû yê berevaniyê Benny Gantz dikir, di gotarekê de ragihand, Îran bi awayekî berfireh dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kiriye û hejmarek ji binkeyên xwe li wî welatî jî vala kirine.
Naftali Bennett gotina xwe arasteyî Benny Gantz kir, tevî ku Îranê dest bi kêmkirina hêzên xwe li Sûriyê kiriye, lê divê karê Îsraîlê ya jinavbirina Îranê li Sûriyê bi şev û roj berdewam be.
Îsraîl û Îran, her yek ji wan welatê din wek dijminê xwe yê sereke li Rojhilatê Navîn dibînin û gelekî gefan li hev dixwin.
Îran ji destpêka krîza Sûriyê ve, ji bo piştevanîkirina rêjîma Serokê Sûriyê Beşar Esed hejmarek mezin ji şêwirmendên serbasî yên Îranî û hêz û mîlîşyayên Iraqî û Lubnanî yên ser bi wê ve derbasî wî welatî kirine, Îsraîl jî ji wê yekê ne razî ye û her dem pêgehên wan li Sûriyê bombebaran dike.
Naftali Bennett herwiha got: Me bi aşkere ji Îraniyan re gotiye, ti cihê we li Sûriyê nîne û divê hûn jê derkevin. Li Sûriyê ti cihekî ewle ji we nîne”.
Ev di demekê de ye, hin raportên medyayî yên Sûrî yên xwecihî amaje bi wê dikirin, piştî lêdanên Îsraîlê yên di çend hefteyên dawiyê de, hêzên Îranî hin pêgehên xwe guhartin.
S. B