Diyarbekir xwe ji geşt û guzariyê re amade dike
Ji ber Vîrusa Koronayê qada geşt û guzariyê jî bandoreke mezin a neyînî dît.
K24 – Diyarbekir
Ji ber Vîrusa Koronayê qada geşt û guzariyê jî bandoreke mezin a neyînî dît. Li Diyarbekirê jî kompaniyên geştiyariyê li bendê ne ku rewş asayî bibe ku mazuvaniya geştiyaran bikin. Di vê çarçoveyê de biryar e ku li navçeya Sûr a Diyarbekirê ji cejnê pê de qada geştiyariyê geş bibe.
Vîrusa Koronayê wekî hemu qadên jiyanê qada geşt û guzariyê jî da rawestandin. Bi sistkirina bergiriyan jî berpirsên qada geştiyariyê çaverê ne ku dest bi geştan bikin. Li Diyarbekirê jî navnîşana geşt û guzariyê Sûr a Dîrokî hêdî hêdî welatiyan dikêşe. Otelvanan jî amadekariyên xwe li gorî meha hezîranê kirine. Rêveberê Yekîtiya Otelvanên Diyarbekir Ferman Zaman dibêje ew ji niha de bo meha hezîranê rezervasyonan distînin û wan jî amadekariyên xwe bo meha hezîranê pêk anîne û li benda biryara rayedarên dewletê ne.
Ferman Zaman ji K24ê re got: “Ji bo meha Hezîranê gelek li me digerin. Em amade ne. Me hemu protokolên xwe kirie bin gerentiyê. Protokolên me qet betal nebûne. Em hêvî dikin ku ev nexweşî demildest dest bi dawî bibe.”
Yekîtiya Kompaniyên Geştiyariyê Ya Tirkiyeyê jî dide zanîn ku wan nexşerêyek li gorî rewşa asayîbûnê ya geşt û guzariyê amade kiriye û li gel kompaniyên navneteweyî jî bo geştên keleha zêrzevanê û navçeya Sûrê di têkiliyê de ne. Berpirsê Yekîtiya Kompaniyên Geştiyariyê Ya Tirkiyeyê yê Bakurê Kurdistanê Mehmet Akyil dibêje eger di meha Hezîranê de rewş asayî bibe dê Diyarbekir serdeme geş û serkeftî derbas bike.
Mehmet Akyil dibêje: “Li Herêma me tuşbuyîyên Koronayê kêm in. Ev yek baweriya bo herêma zêde dike. Welatên wek Fransa, Îtalya û Îspanyayê geştên çandî nastînin û di warê geştên çandî de eleqeyeke zêde bo herêma me heye. Otelên herêma me butik in û ne qerebalix in, ev jî avantaj e bo me. Zerzevana me û bircên me hene. Di pêşiya me de havîn û payîz heye. Bihar çû lê em ji havîn û bi teybetî jî ji payîzê gelek hêvîdar in.”
Di navçeya Sûr a Diyarbekirê de ji sala 2015ê ve li 6 taxan qedexeya derketina derve heye û biryar e ku di cejna Remezanê de ev 6 taxên qedexe jî werin vekirin. Bi vê yekê armanc ew e ku geştiyaran bikêşin nava Sûrê û qada geştiyariyê jî were berfirehtirkirin da ku qerebalix tenê li deverekê kom nebe.