Çekdarên DAIŞê li nêzîk Daquq, serbazek Iraqî kuştin û 2 jî brîndar kirin

Bi sedema êrîşek çekdarên DAIŞê li nêzîk Daquq, serbazek Iraqê hat kuştin û 2 jî brîndar bûn.

K24- Hewlêr

Bi sedema êrîşek çekdarên DAIŞê li nêzîk Daquq, serbazek Iraqê hat kuştin û 2 jî brîndar bûn.

Polîsê Kerkûkê ragihand, îro çekdarên DAIŞê êrîş birin ser xalek artêşa Iraqê li nêzîkî bajarokê Daquq.

Di encam de, serbazek Iraqê hat kuştin û 2 jî brîndar bûn. Eşkera kir, ku piştî wê êrîşê çekdarên DAIŞê ber bi cihek nediyar ve reviyan û Hêzên Ewlehiyê, dest bi lêgerîna wan çekdaran kiriye.