Brezîlya bû navenda nû ya Covid -19

Di 24 demjimêrên borî de 1 001 kesan li Brezilya jiyana xwe jidest da û hejmara tûşbûyan jî Rûsya derbas kir. Niha Brezilya 2em welat e, ku herî zêde tûşbûyên Vayrosa Korona heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Welatê Brezilya yê başûrê Amerika bi rê de ye, ku bibe navenda nû ya Vayrosa Korona.

Di 24 demjimêrên borî de 1 001 kesan li Brezilya jiyana xwe jidest da û hejmara tûşbûyan jî Rûsya derbas kir. Niha Brezilya 2em welat e, ku herî zêde tûşbûyên Vayrosa Korona heye.

Hejmara miriyna ji Covid -19 21 hezar 048 kes in. Hejmara tûşbûyan di 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 969 kes bûn û bi vê hejmarê, yên tûşbûyî niha 330 hezar 890 kes in.

 

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment