Tirkiyê berpirsekê Daişê û hejmareka çekdarên dijberîya Sûriyê şandin lîbyayê

Tirkiyê 50 çekdarên din yên dijberîya Sûriyê bi serpereştîya berpirsekê berê yê Daişê şandin lîbyayê.

K24- Hewlêr

Tirkiyê 50 çekdarên din yên dijberîya Sûriyê bi serpereştîya berpirsekê berê yê Daişê şandin lîbyayê.

Riwangeha Sûriya ya Mafên Mirov belavkirîye, ketîbeyek ku ji 50 çekdarên dijberîya Sûriyê pêkhatibû ji alîyê Tirkiyê ve hatin şandin Lîbyayê hatye şandin. Li gor Riwangehê serkirdeyê wê ketîbeyê berî niha berpirsekê ewlehîya Daişê bûye li rojhlatê Himsê. Li gor zanyarîyên Riwangehê ew kes piştî şikestina Daişê li bîyabana Himsê tevlî bereya Nusra bibû  û di van demên dawî de li Efrînê bû ye.

Berî çend rojan jî Artêşa Niştîmanîya Lîbyayê  berpirsekê berê yê rêxistina Daişê ku li Sûriyê  û Îraqê şer dikir;  li Terablusê bi dîl girtibû. Li gor peyivdarê Artêşa Niştîmanîya Lîbyayê  ew kes dibin sîya  Tirkiyê re gehaya Lîbyayê.