Li Urdinê bi (Application)ekê belavbûna Koronayê tê astengkirin

Li Ûrdinê (Application)ekê nû ji aliyê hejmarek ji pisporên teknelojî ve bi hemahengî ligel Wezareta Tendirustî hate belavkirin, ku alîkariyê dike jibo rêgirî hember belavbûna Vayrosa Korona. Herwiha ev yek li çend welatên din jî, hatiye bikar anîn.

K24- Hewlêr

Li Ûrdinê (Application)ekê nû ji aliyê hejmarek ji pisporên teknelojî ve bi hemahengî ligel Wezareta Tendirustî hate belavkirin, ku alîkariyê dike jibo rêgirî hember belavbûna Vayrosa Korona. Herwiha ev yek li çend welatên din jî, hatiye bikar anîn.

Wezareta tendirustî li Urdunê applicationeke nû ji bo mobilan belav kir ew jî taybet bi naskirina cihê kêysên hilgirîn virusê corona yê nû..

Application Aman rêgiriyê hember belavbûna virusê covid19 dike, ku 25 xwebexiş  di bewarê teknelojî de kar li ser kirin, û alîkariya hikûmetê dikin bi rêya vê destpêşxeriya nû..

Application hişyariyê diçîne ji bikarhîneran re ku ew li deverekê bû hilgirên virusê têde hebûn, ji wan jî dixwaze pişkinînê bikin..

Eyad Ammari –welatî- got: Application a Aman gelek baş e, ji bo parastina min û malbata min, ew hişyariyê dide li çi deverê kêysên pêketiyên korona hene, herwiha hişyariyê dide ku keys li cihekî ku ez lê bûn hebû, û dive ez piûkinînê bikim.

Psporên teknelojî dibêjin ku pêwîste 55% ji rûniştvanên Urdunê vê application bikar bînin, ew jî ji bo rêggiriyê hember belavbûna virus.

Aman zaniyariyên bikarhîner tenê li ser mobile dihilîne û naşîne ji  bo çi serveran

Bashir Salaytah- xwediyê application Aman- got: Du sedem hene dihêlin ev application girîng be, yekemîn tendirustiya civakê, ku rêgiriyê hember enfksyonê dike, duyemîn jî abûra me, ku pabendîbûn bi rênimayan dihêle peta nema bealv bibe.

Ev application rê dide ku hilgirên virusê covid19 beriya 14 rojan diyar bibin, ev yek jî demê û westînê li ser xelkê û hikûmetê kêm dike, û ta niha 120 hezar kes li urdunê ev application cem xwe daxistine û bikar tînin.