Lavrov û Gotêrês li ser rewşa Sûriyê û zêdebûna çalakîyên komên terorîst
Wezîrê derve yê Rûsiyê û sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kirin ji ber belavbûna Vayrosê Koronayê metirsîya zêdebûna çalakîyên komên terorîst li Sûriyê heye.
K24- Hewlêr
Wezîrê derve yê Rûsiyê û sekiretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî tekez kirin ji ber belavbûna Vayrosê Koronayê metirsîya zêdebûna çalakîyên komên terorîst li Sûriyê heye.
Wezareta derve ya Rûsiyê di daxuyanîyekê de ragehandîye, Lavrov û Gotêrês derbarê rewşa Sûriyê peywendîyeke telefonî encamdne û di wê peywendîya telefonî de herdû alîyan tekez kirine ku şûngirê çare ya syasî li Sûriyê nîne û divê ew prosês bi serkirdatyeke Sûrî birêve biçe û li gor biryara Encûmena Asayşê ya hejmare 2254.
Li gor daxuyanîya wezaretê, herdû alîyan behsa karê Rûsiyê û Tirkiyê kirine derbarê çespandina aramîyê li bakurê rojavayê Sûriyê û garantîya rawestandina şer.
Herweha herdû alîyan behsa bikarxistina karê gehandina alîkarîyên mirovî jî kirine bo tevahîya Sûrîyan bê cudahî .
Di wê daxuyanîyê de hatîye jî, ku Lavrov û Gotêrês tekez kirine, ku bi sedema belavbûna Vayrosa Koronayê metirsîya zêdebûna çalakîyên rêxistinên terorîst li Sûriyê heye û bi giring dan zanînin ku divê kar li ser çespandina aramîyê û paraztina yekparçeyî ya axa Sûriyê were kirin.