Partiyên Kurdî li Bakur hewla yekrêziyê didin
Bi asayîbûna piştî şovaya corona covîd-19 re, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bizavên siyasî jî dest pê kirine.
K24 – Diyarbekir
Bi asayîbûna piştî şovaya corona covîd-19 re, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bizavên siyasî jî dest pê kirine. Partiyên siyasî yên Kurdistanî û partiyên ku zêdetir dengên xwe ji gelê Kurd distînin, hewlên xwe yên ji bo yekrêziyê dîsa didin.
Partiyên Kurdistanî û partiyên ku zêdetir piştgiriya xwe ji civaka Kurd ditsînin, hewldanên yekrêziyê didin. Herî dawî jî Partiya demokratîk a Gelan (HDP) serdana Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) kiribû û xebatên yekrêziyê careke din hatibû gengeşekirin.
Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek tîne ziman, ew yekrêziya navbera partî û rêxistinên Kurd, wek mijareke demkî û bi hilbijartinan ve girêdayî nabînin. Loma jî li ser maf û azadiyên gelê Kurd yên neteweyî, xebata yekrêziyê wek mijara sereke dibînin. Tek, balê dikşîne ku HDP xwe wek partiyeke Tirkiyeyî pênase dike û wisa jî polîtîka dike. Loma jî di yekrêziya Kurdistanî de bi HDPê re tifaq kirin, ne pirseke sereke ye.
Serokê Giştî yê PSKê Mesud ji K24ê re got: "Divê em di bereya demokratîzekirina Tirkiyeyê de jî xwe bigrin, di xebatên demokratîzekirina Tirkiyê de beşdar bin, lê divê ji bîra me neçe ku armanca me ya sereke azadiya welatê me ye û bextewariya gelê me ye. Loma jî divê li demokratîzekirina Tirkiyê jî di vê çarçoveyê de em binihêrin."
HDP jî tîne ziman ku ew wek partî, piştgiriya xwe zêdetir ji gelê Kurd distînin û ji bo pirsa Kurd jî çareseriyê di bernameya partiya xwe de ragihandine. Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier jî da zanîn ku HDP, partiyeke hemû gel û welatiyên li Tirkiyeyê û HDP ji bo Tirkiyeyê demokrasi, ji bo Kurdan jî statu dixwaze.
Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier diyar kir: "Partıyên li Tirkiyeyê: hinek ji wan dibêjin ku em partiyên Tirka ne. Yên wek AKP, CHP, MHP û hwd. ew dibêjin em partiyên Tirka ne. Hinek partiyan me jî dibêjin ku em partiyên Kurdistanî ne, yanî partiyên Kurda ne. HDP jî dibêje em partiya Tirkiyeyê bi giştî ne. yanî di nav me de Tirk jî hene Kurd jî hene. Lê di rêziknameya HDPê de vekirî hatiye ragihandin ku ji bo Kurdan statu dixwazer û ew statü jî Xweseriya Demokratîk e."
Her çiqas nakokî di navbera partiyên Kurdistanî û HDPê de hebin jî, herdu alî jî derî ji hevkariyên demkî û demokratîk re nagirin û diyar dikin ku dê dan û sitendinên wan berdewam bin. Lê Partiyên ku dixwazin bereya Kurdistanî çê bikin: PSK, HAK-PAR, PAK, PDK-Bakur, Herekta Azadî û çendî rêxistinên din in ku zêdetir li ser çareseriya pirsgirêkên neteweyî yên Kurd xebat dikin.