Ji ber êrîşa li ser navçeyên Herêma Kurdistanê, Iraq banghêştî Balyozê Tirkiyê dike
Bi sedema bombebarankirina çend navçeyên Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê banghêşta Balyozê Tirkiyê li Iraqê dike û di yadaştnameyekê de jî, nerazîbûna xwe nîşan da.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi sedema bombebarankirina çend navçeyên Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê banghêşta Balyozê Tirkiyê li Iraqê dike û di yadaştnameyekê de jî, nerazîbûna xwe nîşan da.
Wezareta Derve ya Iraqê îro banghêştî Balyozê Tirkiyê li Iraqê Fatih Yildiz kir û ji ber bombebarana çend navçeyên Herêma Kurdistanê, yadaştnameyeke nerazîbûnê radestî wî kir.
Li gor daxuyaniyekê, di yadaştnameya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye, hikûmeta Iraqê binpêkirina serweriya xak û esmanê Iraqê şermezar kir. Herwiha ragihand, ew li dijî yasayên navdewletî ye.
Di yadaştnameyê de ji Tirkiyê ew hatiye gotin: “Operasyonên serbazî yên takalî rawestîne”. Nîşan da jî: “Hikûmeta Iraqê amade ye ji bo parastina sînor, hevahengiyê bi Tirkiyê re bike, bi awayekî ku di berjewendiyên herdu aliyan de be”.
Wezareta Derve daxwaz ji Balyozê Tirkiyê kir, yadaştnameyê bigihîne aliyê Tirkî, ji bo dawî li wê binpêkirinê bîne û careke din ew kar nebe.
Duhî wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, wan dest bi operasyona “Pençe Kartal” kiriye û 81 armancên PKKê li Mexmûr, Şingal, Qendîl bombebaran kirine.
S. B