Civîneka sê alî di navbera Tirkiya, Rusiya û Îranê dê were li darxistin

Wezîrê derve yên Rûsiyê û Îranê tekezî li ser yekparçeyî ya axa Sûriyê û piştevanîya dûbare avakirina wî wlatî kirin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yên Rûsiyê û Îranê tekezî li ser yekparçeyî ya axa Sûriyê û piştevanîya dûbare avakirina wî wlatî kirin.

Di kongreyeka rojnemevanî de wezîrê derve yê Îranê li Moskoyê ragehand, mjara gehandina alîkarîyên mirovî bo Sûriyê  jibo rûbirûbûna Koronayê hatîye sîyasî kirin û ev cihê  qebûlkirinê nîne.

Got jî: Danûstandinên li gel Rûsiyê derbarê Sûriyê berdewamin û di demên dahatî de li çarçoveya Astanayê  civîneka sê alî di navbera Tirkiya, Rusiya û Îranê dê were li darxistin.

Ji alyê xwe ve wezîrê derve yê Rûsiyê, Sêrgî Lavrov got: Ew piştevanîya yekparçeyî ya axa Sûriyê dikin û piştevan û  alîkarîyê Sûriyê ne li ser dûbare avakirina wî wlatî .