Tehran: Piştî Qasim Silêmanî ji piştîvanîya Sûriya sar nabîn
Îshaq Cijangîrî, cêgirê serokê Komara Îslamîya Îranê ragehand, tîrorkirina Qasim Suleymanî ti tiştek ji sîyaseta piştîvanîkirina Îranê bo Sûriya ne guherîye.
K24- Hewlêr
Îshaq Cihangîrî, cêgirê serokê Komara Îslamîya Îranê ragehand, tîrorkirina Qasim Suleymanî ti tiştek ji sîyaseta piştîvanîkirina Îranê bo Sûriya ne guherîye.
Cîhangîrî bi rêya telefonê ve li gel serok wezîrên Sûriya, Husên Ernûs axivt û piştîvanîya Îranê bo wî welatî tekez kir.
Got jî: Ji destdana Qasim Suleymanî nebûye sedema wê yekê ku Îran ji piştîvanîkirina hikumet û gelê Sûriyê sar bibe û em berdewam piştîvanîya wî welatî ne.
Qasim Suleymanî, berpirsê Feyleqa Quds ya Sûpaya Pasdarên Komara Îslamîya Îranê li 3yê, Kanûna Yekem li Firokexaneya Bexdayê li gel Ebû Mehdî Muhendis kesatîya dûyem di Heşda Şeibî de ji alîyê firokeyên Emerîkayê otombêlên wan hatin burdûman kirin û hatin kuştin.