Îsrayîl piştevaniya biryara civata biryarderên ajansa navdewletiya enerciya etomî dijî Îranê dike
Îsrayîl piştevaniyê li biryara civata biryarderên ajansa navdewletiya enerciya etomî dijî Îranê dike û Îran jî bi veşartina rastiyan ji civaka navdewletî tohmetbar dike.
K24- Hewlêr
Îsrayîl piştevaniyê li biryara civata biryarderên ajansa navdewletiya enerciya etomî dijî Îranê dike û Îran jî bi veşartina rastiyan ji civaka navdewletî tohmetbar dike.
Serokwezîrên Îsrayîlê Benjamin Netanyahu bi Orşelîm post re ragihand, bi wê biryarnameyê, Civaka Navdewletî ji metirsiyên Atomî yên Îranê fêm kir.
Got jî, Îran bi derew kirin û veşartina rastiyan ji Civaka Navdewletî hewl dida çekên Atomî dirust bike û Îsrayîlê jî li çend salên bûrî û bi berdewamî hişyarî ji metirsiyên çalakiyên atomî yên Îranê daye.