Li Libyayê aloziya di navbera Tirkiye û Misrê de zêde dibe
Piştî daxuyaniya serokê Misrê El-Sîsî qada siyasî di nav aliyan de li herêma Libyayê germ dibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Libyayê aloziya di navbera Tirkiye û Misrê de zêde dibe. Piştî daxuyaniya serokê Misrê El-Sîsî qada siyasî di nav aliyan de li herêma Libyayê germ dibe. Pispor jî dibêjin Misir ji ber kêşeyên xwe navxweyî dixwaze rojevê biguherîne ji û amaje dikin egerek jî heye di şerek ser wekaletan ve di navbera Tirkiye û Misrê de rû bide.
Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî di 21ê Hezîranê de serdana Baregaha Matrûhê de ragihand bu ku ew piştgiriya Xelîfe Heftere serokê Arteşa Neteweyî a Libyayê dikin û têketina hêzên Hikumeta Hevpeyman a Neteweyî ya Libyayê bo Sîrtê û Cûfrayê ji bo wan xeta sor e. Herwiha serokê Misrê bo artêşa xwe got; ji bo egera operasyonekê di nav sînorên Misrê an di operasyoneke dersînorî de amade bin.
Ligel ku ev daxuyaniyên serokê Misrê ji aliyê Hikumeta Hevpeyman a Libyayê ku Tirkiye jî piştgiriyê didiye ve bi tundî hatin şermezar kirin û wek gefan nîşan da. Niha tê nîqaş kirin dê gelo di navbera Tirkiye û Misrê de şerekî rasterast rû bide yan na? Serokê Saziya KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan OKTAY jî dibêje ji bilî şerekî rasterast ya di navbera aktorên li heremê de eger heye ku li Libyayê di paşerojê de bi rêya wekalatan şerek rû bide.
Serokê KAFKASAMê Prof. Dr. Hasan OKTAY ji K24ê re got: "Demên dawî, şerên li cîhanê diqewimin de em dibînin; şer zêdetir ser wekaletan ve birêve diçe. Tirkiye jî gorî rêkeftina ku bi Hikumeta Fayîz es Serrac re kiriye, li şûna ku serbazan bişîne dê bi şandina alavên serbazî piştgiriyê bide Hikumeta Hevpeyman a Neteweyî a Libyayê. Dibe ku Misir jî bi vî awayî piştgiriyê bide Xelîfe Hefter. Lê ji tevgera Libyayê dixuye, dê ji ser biçekkirina eşîretan ve şerêk birêve biçe ku El Sîsî jî bal kişand ser vê. Tê îddîa kirin Tirkiye jî hin komên cuda yên biçekkirî şandine herême ku îxtimal e di rojên pêş de di navbera van koman de şerek rû bide."
Berdevkê serokkomariya Tirkiye Îbrahîm Kalin jî got; bo agirbestê divê hêzên girêdayî Hefter ji Sîrtê û Cufra vekişin. Herwiha Enqerê ragihand ku dê piştgiriya wan bo Hikumeta Hevpeyman a Neteweyî ya Libyayê bidome. Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn Prof. Dr. Ahmet Uysal jî amaje dike; Misir ji bo kêşeyên xwe yên navxweyî bincil bike dixwaze rojevê biguherîne.
Serokê ORSAMê Prof. Dr. Ahmet Uysal dibêje: "Ji bilî meseleya Libyayê hin kêşeyên din yên Misrê hene. Misir dibêje, hebûna hêzên Hikumeta Hevpeyman bo sînorên me gef e. Lê jixwe li aliyê sînorê Misrê hêzên Xelîfe Hefter hene ku Misir piştgiriya wan dike. Lê niha têkoşîna dij Koronayê de Misir di rojên zehmet re derbas dibe. Bendava El Nahdayê dê meha bê ji aliyê Etîyopyayê ve werê tijî kirin ev yek jî dibe ku ava Misrê qût bike. Ger ev av jî qût bibe dê li Misrê kêşeyên cidî rû bidin. Bo jî bi van daxuyaniyan Misir dixwaze rojevê biguherîne."
Hikumeta Hevpeyman ya Neteweyî a Libyayê ku serokatiya we Fayîz es Serrac dike destpêka meha Hezîranê de bi piştgiriya Tirkiyeyê ser Sîrtê operasyon daye dest pê kirin. Herwiha Serokomarê Franseyê Emmanuel Macron ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li Lîbya lîstikeke xerab dilîze û bi şandina çek û çekdaran ji bo Lîbya, şerê navxweyî li wî welatî gurtir kir.