Serokwezîrê Iraqê hejmarek berpirsên bilind guhertin
Serokwezîrê Iraqê hejmarek berpirsên bilind guhertin. Dinav wan de jî, Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî û Serokê Weqfa Şî'e.
K24-Hewlêr
Serokwezîrê Iraqê hejmarek berpirsên bilind guhertin. Dinav wan de jî, Serokê Dezgeha Asayîşa Niştimanî û Serokê Weqfa Şî'e.
Nûçegîhanê Kurdistan24 ê Bexdayê diyarkir, şeva borî Mistefa Kazimî hin guhertin di hejmarek postên bilind de kirin e. Dinav wan de, Falih Feyaz ji postê Serokê Dezgeha Asayîşa Niştmanî durxist û Wezîrê berê yê Bergirî yê Iraqê Xalid Ûbeydî li şûna wî danî. Herweha Serokê Desteya Deriyên Sînorî û hemû rêveberên deriyên sînorî ji postên wan durxistin. Dinav guhertinên din de, Heyder Şemerî bo Serokê Weqfa Şî'a û Nal Se'dî wekî Serokê Desthilata Balefirvaniya Sîvil hate danîn. Basim 'Elî bo Serokê Banka Reşîd û Eyad Mehmud Hadî bo Serokê Desteya Xanenişîna Giştî û hejmarek berpirsên nû bo desteyê ragihand.
Berîya niha, ew post bi diyalog, di navbeyna partiyên siyasî de hatine tijî kirin.