Balyozê Brîtanya li ser rewşa Iraqê hişyariyê dide
Balyozê Brîtanya li Iraqê radighîne, heta ku grûb û mîlîşiya li derveyî desthilata hikûmetê bin, pirsgirêka ewleyiyê li Iraqê çareser nabe û aborî jî, baş nabe.
K24- Hewlêr
Balyozê Brîtanya li Iraqê radighîne, heta ku grûb û mîlîşiya li derveyî desthilata hikûmetê bin, pirsgirêka ewleyiyê li Iraqê çareser nabe û aborî jî, baş nabe.
Balyozê Brîtanya li Iraqê Stîvin Hîkî, di hejmara xwe ya tiwiterê de, derbarê zordestiya grûb û mîlîşiyayên li Iraqê nivîsandiye, tu welat nikare pirsgirêkên taybet bi aboriyê çareser bike, heta ku pirsgirêkên ewlekariyê çareser neke .
Balyozê Brîtanya li Iraqê gotiye, heta ew grûb û mîlîçiya, bi dilê xwe liv û tevgerê bikin û li derveyî desthilat û biryarên hikûmetê bin, tu hêviyeka aramî û aboriyê û derfetên weberhênanê jî, li Iraqê pêk nayên.