Li Tirkiyê 17 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 372 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî şêweyî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezaar û 82 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 195 hezar û 883 kes bi Koronayê ketine û 169 hezar û 182 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qedexeya ji bo rŞemî û Yekşemê hatibû ragihandin, îro heta demijmêr 18.30 êvarê berdewam dike.
S. B