Jin û zarokan zêdetir bandorên neyînî ji Koronayê dibînin

Di vê serdemê de, barê jinan gelek giran bûye.

K24 – Diyarbekir

Ji ber şovaya Korona Covîd19, bi mehan e jin û zarok nikarin der bikevin derve û jiyana rojane ya civakî, bi metirsî û sînordarkirî berdewam dike. Derûnînas bandorên vê pêvajoyê li ser jin û zarokan nirxandin û pêşniyarên xwe yên zanistî ragihandin.

Derûnînas, bandorên şovaya vîrusa Covîd19 ku li ser jin û zarokan dike, ji bo Kurdistan24 nirxandin û balê dikşînin ku hemû welatî ji vê serdemê bandor dîtine û dibînin, bi taybet jî derûniya jin û zarokan di vê serdemê de zêdetir bandorên neyînî dîtine û dibînin.

Derûnînas Dûygû Berekatoglû, da zanîn ku di vê serdemê de, barê jinan gelek giran bûye û dema wan di rewşeke ku her roj xwe duber dike de derbas dibe. Ji aliyê din de jî, kesên ku li derve kar dikin û vedigerin malê jî, tirsa ku nexweşînê bi hemû malbatê bikin, di derûniya jinan de zêdetir bandor dike.

Derûnînas Dûygû Berekatoglû ji K24ê re got: "Rolên civakî ku li jinan hatine ferz kirin de, xwedîkirina  zarokan, karên nav malê û çêkirina xwarinê jixwe bar in, bi destpê kirina şovayê re jî êdî zarok naçin dibîstanan, hevjînê wan jî li ma dimînin û wisa jî barê wan girantir dibe. Ev jî demek bişun de dibe sedem ku jin sendroma neçaretî bikevin, derûniya wan xirab bibe. Tişta herî girîng divê mêr; di hemû karan de hevkariya jinan bikin û wek derûnî xwe amdeyî bi vê şovayê re jiyanê bikin."

Derûnînas balê dikşînin ku vegerîna rewşa asayî jî, bi bergirî û tirsa vîrusê re tê meşandin û ev rewşa nediyar jî, li ser derûniyê bandor dike.

Derûnînas Duzgun Ûgûr jî, balê dikşîne ku temenê zarokatî de, enerjiyeke zêde a zarokan heye û hewl û daxwaza wan ya ji bo bikaranîna wê enerjiyê heye, loma jî divê li nav malan, ji bo ku zarok wê enerjiya xwe vala bikin çalaki bên kirin. Dîsa divê metirsiya vîrusê jî li gor temenê zarokan bi rêbazên rast û baş bê vegotin û bi zarokan bidin zanîn ku ev rewş dê bê kontrol kirin û derbas bibe.

Derûnînas Duzgun Ûgûr dibêje: "Di serdema şovayê de, ji ber zarok fêrî wê pêvajoyê nîn in, zêdetir bandor dibînin. Loma jî divê malbat agahdar bin û li ser 3 xalên bingehîn nêzakayî li gel zarokan deynin. Yek divê ji bo ew enerjiya xwe bikarbînin, werziş û çalakiyên nav malê bên kirin û nerihetiyên wan bi bêhnfireyî bê pêşwazî kirin. Dîsa divê malbat ji bo ku zarok bikarin bi vê rewşa nediyar re serkêşî bikin, piştgiriya wan bikin û dema ku zarok televizyon û videoyan temaşe bikin jî, di bin çavdêriyê de bin."

Pispor û derûnînas radigihînin ku jin û zarokan ji vê serdemê wek rihî û derûnî gelek bandorên neyînî dîtine û dibînin, lê divê hevkariya li nav malan di asteke baş de be û tirs û metirsiya ji nexweşînê jî, bi awayekî zanistî bê nirxandin û axaftin.