Li Tirkiyê zêdetir ji 170 hezar kesî ji Koronayê baş bûne

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 15 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 356 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî şêweyî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezaar û 97 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 197 hezar û 239 kes bi Koronayê ketine û 170 hezar û 595 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Di hejmara pêketiyên nû de li gorî duhî 16, li gorî pêr jî 40 kêmbûn heye.”

 

S. B