95emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd û 47 hevalên wî

Berî 95 salan, tevî Şêx Seîd, 47 rêber û pêşengên berfirehtirîn û mezintirîn serhildana Kurdan hatin darvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berî 95 salan, tevî Şêx Seîd, 47 rêber û pêşengên berfirehtirîn û mezintirîn serhildana Kurdan hatin darvekirin. Bi sedan gund û bajarok hatin wêrankirin û dehezaran zarok û jin û bitemen hatin kuştin. Hê jî birîna darvekirina wan wek birîna Kurd û Kurdistanê germ e û hê jî şûna hestiyên wan naye zanîn.

Împaratoriya Osmaniyan piştî Şerê Cîhanê yê yekem parçe bû. Her çend bi peymana Sewrê, beşeke biçûk wek Kurdistanê hatibe veqetandin jî, Piraniya Kurdan, digel paşmayiyên Osmaniyan li ser bingeha dewlata hevbeş û xweseriya Kurdistanê rêkeftin ku di Meclîsa Yekemîn ya 1920 de, 76 nûnerên Kurdan hebûn.

Piştî sê salan, Mustafa Kemal, şûna soza dewleta hevbeş, Komara Tirkiye ragihand û bi Destûra 1924 jî hemû destkeft û xweserî yên Kurdan belav kirin.

Li ser vê bi pêşengiya Xalid Begê Cibirî û Yusuf Ziya Beg û Şêx Seîd, bo parastina mafên Kurdan, Cemîyeta Azadî hat damezrandin.

Li Payîza 1924 Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg hatin girtin. Şêx Seîd bi beşdariya rêberên civakî kongreyeke mezin dar dixe û Kongre biryara serhildanê dide.

Ji Colemêrg heta Riha û Dêrsim û Mêrdînê bo hemû deverên bakurê Kurdistanê û derve nûner tên şandin.

13'ê Sibata 1925 li Pîranê, bi operasyoneke Artêşa Tirk fîşeka destpêkê ya serhildanê diteqe. Serhildêr navenda wîlayeta Darahênî kontrol dikin û dibe paytexta Serhildanê. Serhildan li sê eniyan pêş dikeve.

Destpêka Adarê ji Xarpêt heta Sîwerek û Gimgimê tevahiya navçeyên Çewlîg û Diyarbekir û Xarpêt û batmanê tên kontrolkirin û Parêzgarê Meletî jî kilîla bajêr bo Şêx Seîd dişîne. Dorpeça Kela Diyarbekirê heta 21'ê Adarê berdewam dike lê nakeve.  Şêx Seîd biryara vekişandinê dide.

15'ê Nîsanê Şêx bi xiyaneta Qasim Beg tê girtin. Heman mehê, rêberên Cemîyeta Azadî Xalid Beg û Yusuf Ziya Beg li Bidlisê tên darvekirin û sedan rêberên rêxistinê tên girtin.

Dadgehên Îstîklalê ku biryarên wan di cîh tên cîbicîkirin, 21'ê Gulanê dest bi dadgehkirina Şêx Seîd dike, 28'ê Hezîranê biryara darvekirinê dide, 29'ê Hezîranê li meydana Deriyê Çiyê Şêx Seîd û 46 hevalên wî tên darve kirin ku di nav de, Şêx Şerîfê Kelaxsî: Fermandarê Eniya Xarpêtê û Şêx Ebdulahê Melekanê: Fermandarê Eniya Serhedê û gelek rêber û rewşenbîr hene.

Termên wan li heman meydanê bi komî tên veşartin û li ser û derdora meydanê jî peykerê Mustefa Kemal û salonên sînemayê tên danîn.

Piştî darvekirinan, Artêşa Tirk dest bi şewat û talan û komkujiyê dike û sedan gund bajarok hatin şewitandin û dehezaran sivîl hatin kuştin. Komkujiyên dewletê heta 1938 li Geliyê Zîlan û Dêrsimê berdewam kirin.