Li Tirkiyê 18 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 18 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 18 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 18 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 374 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezaar û 115 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 198 hezar û 613 kes bi Koronayê ketine û 171 hezar û 809 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
S. B