Li Tirkiyê zêdetir ji 173 hezar pêketiyên Koronayê baş bûne

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 16 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û hezar û 293 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezaar û 131 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 199 hezar û 906 kes bi Koronayê ketine û 173 hezar û 111 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.

Wezîrê Tendirustiyê diyar kir jî, di 24 demjimêrên bûrî de 50 hezar û 492 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 381 hezar û 650.

 

S. B