Îsraîl bilindtirîn amara pêketina bi Koronayê tomar dike

Îsraîl bilintirîn amarên pêketina bi vîrusa Koronayê tomar dike, ku di 24 demjimêrên bûrî de 859 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsraîl bilintirîn amarên pêketina bi vîrusa Koronayê tomar dike, ku di 24 demjimêrên bûrî de 859 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomar kirin.

Wezareta Tendirustiyê ya Îsraîlê îro di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 859 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomar kirin, ku hejmara giştî ya pêketiyan gihîşt 25 hezar û 457 kesan.

Amaje bi wê da, hîna hejmara mirina bi Koronayê di 320 haletan de rawestiye, lê rewşa 56 nexweşxan ne cîgir e, ji wan jî 24 nexweş amûreya henasedana destkird henaseya xwe dikişînin.

Hikûmeta Îsraîlê di dema bûrî de rênimyên rûbirûbûna Koronayê sistkiribûn, lê piştî careke de amar zêde bûne, hikûmet bi niyaza e rênimayên tundtir bike.

 

S. B