Erdogan ji bo pêşhatên herêmî û navdewletî diçe Qeterê

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di derbarê operasyona li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û pêşhatên li Sûriye û Lîbyayê serdana Qeterê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di derbarê operasyona li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û pêşhatên li Sûriye û Lîbyayê serdana Qeterê dike.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Tirkiyê, Erdogan îro serdana Qeterê dike û pêwendiyên dualî û pirsên herêmî û navdewletî bi awayekî berfireh ligel Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî guftûgo dike.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Qeterê “Qina” diyar kir, Mîrê Qeterê pêwendiyên dualî yên stratejî û diyartirîn pêşhatên herêmî û navdewletî guftûgo dikin.

Di salên dawiyê de pêwendiyên Tirkiye û Qeterê di warên aborî û bazirganî de bi pêş ve çûne û herwiha di derbarê piraniya pirsên herêmî û nevdewletî de hevnerîn in, bi taybet derbarê mijarên Sûriye û Lîbyayê de.

 

S. B