Nakokiyên di navbera partiyên opozisyona Tirkiyê de kûr dibin

Li siyaseta navxweyî ya Tirkiyê de daxuyaniya serokê giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu ku gotibû ji bo deshilat têk biçe ne hewceye muxalefet tişteke taybet bike, deshilata heyî bi gotin û kiryarên xwe bixwe dawiya xwe tîne di nava muxalefet û partiyên nû de buye sedema nêrînên cuda. Li gel vê yekê li ser zêdebûna rêjeya dengdêrên bê biryar jî ku rêjeya wan gihiştiya ji sedî 30ê partiyên muxalefetê xwe weke alternatif nîşan didin û her yek dibêje dê ev dengdêr berê xwe bidin wan.

K24- Enqer

Parlementerên CHPê daxuyaniya serokê xwe di cih de dibînin û diyar dikin ku rêjeya kesên bêbiryar zêdetri ji deshilatê wediqetin û berê xwe didin partiya wan.

Parlementera HDPê Ayşe Acar Başaran beramberî vê yekê diyar dike heta ku muxalefet danekeve qadan deshilat naguhere û îdîa dike, ev rêjey bêbiryaran zêdetir dixwazin piştevaniya partiya wan bikin û ew alternatîfeke sereke ne bo deshilatê.

Ayşe Acar Başaran- Parlementera HDPê ya Êlihê- dibêje: Ev rastiyeke ev hemû dibînin. Deshilata akpê wê têkbiçe û her roj têk diçe. Ji berk u siyaseta wan qediya ye. Gotin qediya ye siyaset qediya û gel jî vê yekê baş dizane. Lê belê ev yêk nayê wê watê ku muxalefet muxalefetbûna xwe nake, berxwe nade an jî dê qadan wala ke. Ji xwe deshilata akp ê jî vê dixwaze. Ji be rku ser deshilatê tirsek mezin çkiriye.em bawer in em dibêjin em alternatifin yanî, ji bo rêveberiya vî welatî em alternatif in. ji be rvê jî ew ê ku bêbiryar in raste hene lê ne weqas zêde ne.

Cîgirserokê partiya DEVA yê ya Alî Babacan Mehmet Emîn Ekmen jî radigihîne ku îro ne deshilata heyî ne jî muxalefet êdî ji aliyê gel ve eleqeyê nabîne, ew li her derê xwe birêxistin dikin û li ser medyaya ciwakî ew bi milyonan tên şopandin.

Mehmet Emîn Ekmen - Cîgirserokê Partiya DEVAyê- got: Ji sedî 95 televîzyon û rojnameyên sereke di bin destê deshilatê de ne loma muxalefet û partiyên nû xuya nakin. Lê belê Em weke partiya DEVA li seranserê Tirkiyê niha rêxistinên xwe ava dikin û li ser medyaya ciwakî bi milyonan şopînerên me hene. Bi rastî jî dengdêrên bê biryar eleqeyeke mezin nîşanî me didin. Heta ku muxalefet ji deshilatê zêdetir kar neke û danekeve qadan nikare bibe deshilat. Xuyaye ku CHP jî naxwaze bibe deshilat.

Li Tirkiyê tê plankirin ku di sala 2023an de hlbijartina serokkomarî û ya giştî bê lidarxistin. Partiya deshilatdar Ak partî bi biryare k udi van hilbijartina de jî deshilatiya xwe biparêze. Partiyên muxalefeta Tirkiyê û yên nû jî her yek bi tena serê xwe bi îdîa ne k udi hilbijartinên bê de ew ê deshilata Tirkiyê bi dest bixin.