Hulusî Akar gihîşt Lîbyayê
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di çarçoveya hevkariya serbazî û ewlekariyê de bi sedanekê gihîşt Trablusê paytextê Lîbyayê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê di çarçoveya hevkariya serbazî û ewlekariyê de bi sedanekê gihîşt Trablusê paytextê Lîbyayê.
Medyaya Tirkiyê belav kir, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler gihîştin Terablusê paytexta Lîbyayê. Beriya niha qet behsa serdanê nehatibû kirin.
Wezîr Akar û Sererkan Guler çûn Fermandariya Şêwira Alîkarî, Perwerde û Hevkariya Ewlekariya Parastinê ya di çarçoveya hevtêgihîştinê de hatibû avakirin.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar li Fermandariya Hevkarî, Alîkarî, Perwerde û Hevkariya Ewlehiya Parastinê bi serbazên Lîbyayî û Tirk re hat bal hev.
Ev serdana Akar piştî wê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron rexneyên tund li Tirkiyê digire û wê tometbar dike ku pabendî xalên Kongreya Berlînê nabe û çekdarên tundrew ên Sûriyê dişîne wî welatî.
S. B