Amerîka bilindtirîn amarên Koronayê di rojekê de tomar dike

Amerîka bilindtirîn amarên pêketina bi vîrusa Korona di rojekê de tomar kir, ku duhê zêdetir ji 57 hezar kesî bi Koronayê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka bilindtirîn amarên pêketina bi vîrusa Korona di rojekê de tomar kir, ku duhê zêdetir ji 57 hezar kesî bi Koronayê ketine.

Zanîngeha John Hopkins belav kir, di 24 demjimêrên bûrî de li Amerîka 57 hezar û 683 haletên pêketina bi Koronayê hatin tomarkirin. Herwiha 728 kesan jî canê xwe jidest dan.

Ew zanîngeha ku amarên pêketin û mirina bi vîrusa Koronayê dişopîne dibêje, Amerîka cara yekem e di rojekê de pêketina zêdetir ji 50 hezar kesî tomar dike.

Bi vî awayî, li Amerîka hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine 2.8 milyon derbar kiriye, ji wan jî 129 hezar û 405 kesan canê xwe jidest dane.

Ev di demekê de ye, îro li seranserî cîhanê hejmara pêketiyên Koronayê 11 milyon kes derbas kir, ku ji wan jî 529 hezar û 197 kesan canê xwe jidest dane.

 

S. B