Tiramp mizgînî ya serkevtinê bi ser Koronayê dide berî dawêya ev sal

Di demekê de ku cîhan di berekanê de ye bo destxistina vaksinekê dijî Vayrosa Koronayê, serokê Emerîkayê mizgînîya wê yekê dide ku berî dawîya ev sal çareaerîya Koronayê berdest dibe.

K24- Hewlêr

Di demekê de ku cîhan di berekanê de ye bo destxistina vaksinekê dijî Vayrosa Koronayê, serokê Emerîkayê mizgînîya wê yekê dide ku berî dawîya ev sal çareaerîya Koronayê berdest dibe.

Di gotarekê de, bi boneya cejna serxwebûan Emerîkayê, Donald Tiramp, serokê Emerîkayê ragehand, welatê wan demeke gelek berî dawîya sala 2020 vakisînekê yan dermanekê Koronayê dê hebe.

Tiramp di axivtinên xwe de, şêwazî reftarkirina welatê xwe bo rûbirûbûna Koronayê bi baş dazanîn û got: Pêşkevtineka gelek baş bi dest hatîye, sitratîcîyeta me bi şêwazeka baş kar dike.

Herweha dûbare hêriş kire ser Çînê, ku yekem car nexweşîya Koronayê li wî welatî belav bibû, tekez kir ku, divê bi sedema bêxemîya wê li rêgirtinê ji belavbûna Koronayê, lêkolîn li gel Çînê bihête kirin.

Emerîka zîyanmendtirîn welate bi Vayrosa Koronayê bi awayekê ku heya niha zêdetir ji 2 milyon û 935 hezar kes li Emerkayê tûşî Koronayê bûne û ji evî hejmarê jî zêdetir ji 132 hezar kesan canên xwe ji dest dane.