Firokeyên nenas li Lîbyayê hêzên Tirkiyê bombebaran kirin

Li Lîbyayê, Balefirgeha Watiya ku serbazên Tirkiyê têde bicîh bûne, bi firokeyên şer hat bombebarankirin.

K24- Hewlêr

Li Lîbyayê, Balefirgeha Watiya ku serbazên Tirkiyê têde bicîh bûne, bi firokeyên şer hat bombebarankirin.

Li gor nûçeya Ajansa Reutersê, firokeyên şer ku naye zanîn yên kîjan welatê ne, li Lîbyayê Balefirgeha Watiye bombebaran kir ku, serbazên Tirkiyê li wê derê bicîh bûne.

Reutersê da xuyakirin, di balefirgehê de, sîstema parastina asîmanî HAWK hatiye jinavbirin û lê ji serbazên Tirk kuştî û birîndar nînin.

Balefirgeha Watiye, meha berê, bi piştevaniya hêzên Tirkiye û çekdarên dijbereya Sûrî ji hêla Hikûmeta Wîfaqê ve hatibû kontrolkirin û hêzên Xelîfe Hefter ji navçeyê vekişiyabûn.