Niyoyork Taymiz: Îsrayîlê dezgeha a navokî ya Netenz xirab kir
Rojname ya Niyoyork Taymiz got: Sedema bûyera dezgeha navokî ya Netenz li Îran, di hefteya burî de, operasyoneka rêkxistî bûye, ku ji alîyê Îsrayîlê ve bi bikarhînana bombeka çandî rûda ye.
K24- Hewlêr
Rojname ya Niyoyork Taymiz got: Sedema bûyera dezgeha navokî ya Netenz li Îran, di hefteya burî de, operasyoneka rêkxistî bûye, ku ji alîyê Îsrayîlê ve bi bikarhînana bombeka çandî rûda ye.
Di wê gotara ku duhî, Yekşemîbîyê hatibû belavkirin hatîye, fermanberekî di hewalgirîya welatekê Rojavaya Navîn de, ku haydarê wê bûyerê bûye, gotîye: Îsrayîl berpirse ji hêrişa dezgeha navokî ya Netenz û di bûyerê de bombeka çandî hatîye bikarhînan. Di gotarê de ne hatîye destnîşankirin ka ew fermaner li hewalgirîya çi dewletekê kar dike.
Li gor wê rojnameyê, leşkerekî di Feyleqa Pasdaran de, bo nûçegehanê wan tekez kirîye, bombeka çandî li 2yê Tîrmehê di dezgeha Netenz teqîye.
Rojnameyê amaje bi wê yekê jî kirîye, ku nekare vekolînê di dengoyên desthebûna Îsrayîlê di bûyerê de bike. Herweha wê rojnameyê xuya nekirîye, ka çawa ew bombe ya çandî çûye di nav wê dezgehê de.
Pêncşembîya burî desthelatdarên Îranê ragehandibûn, bûyrek di avahîyeka wêstega Netenz a navokî rûda ye û tekez jî kirin ku bi sedema wê bûyerê, ziyan gehaye avahîyê û ti ziyanên mirovî nebû ne û ti tirs jî nîne ji pîsbûna jînegehê bi etomê.