Korona.. Emerîkayê sê milyon tûşbû derbaz kir

Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Emerîka 3 milyon derbaz kir, li gor amarên malpera (Worldmeter) cîhanî.

K24- Hewlêr

Hejmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê li Emerîka 3 milyon derbaz kir, li gor amarên malpera (Worldmeter) cîhanî.

Malperê amaj bi wê yekê daye ku, hejmara tûçbûyên Koronayê, ji destpêka belavbûna COVID-19 ve heya niha gehiştîye, 3 milyon û 39 hezar û 685kesan. Ev ji bilî tomarkirina 132 hezar û 950 haletên mirinê.

Malperê amaje bi wê yekê jî kir, ku ji her milyoneka kesan li Emerîka, 401 kes mirine.

Emerîka di rêzbenda yekem de dihêt ji alîyê hejmara tûşbûyan bi Vayrosa Koronayl. Dûv wê jî Berazîl dihêt bi milyonek û 626 hezar û heftê û yek tûşbûyan, tevî 65 hezar û556 haletên mirinê jî.

Hindistan jî bi pleya sêyem dihêt bi tomarkirina 720 hezar û 346 tuşbûyan û hejmara giştîya miryan jî gehiştîye 20 hezar û 174 haletan li gor ku malpera Worldmîter belav kirîye.