Netewên Yekgirtî: Sûriye û Rûsyê tawanên şer li Idlibê kirine

Lêkolînerên ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, firokeyên şer ên Sûriye û Rûsyayê êrîşî dibistan, nexweşxane û bazar li parêzgeha Idlibê kirine, ew tawan jî digihin asta “tawanê şer”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Lêkolînerên ser bi Netewên Yekgirtî ve ragihand, firokeyên şer ên Sûriye û Rûsyayê êrîşî dibistan, nexweşxane û bazar li parêzgeha Idlibê kirine, ew tawan jî digihin asta “tawanê şer”.

Serokê Komîteya Lêkolînkirina Binpêkirina ya ser bi Netewên Yekgirtî ve Paulo Pinheiro ragihand, zarok li dibistanan, xwediyên wan li bazaran û nexweş li nexweşxaneyan hatin bombebarankirin.

Raporta Komîteya Lêkolînkirinan diyar dike, ji meha Mijdara 2019an û heta meha Nîsana 2020an, 52 êrîş bi nêzîkî 3 hezar hevpeyvîn, wêne û girtevîdyo hatine belgekirin.

Hêzên rêjîma Sûriyê bi piştevaniya Rûsyayê ji destpêka meha Berçileya 2019an ve dest bi êrîşeke berfireh li ser parêzgaha Idlibê kir, ku bû sedema koçberbûna nêzîkî milyonek kesî. Ew êrîş di 6ê Adarê bi ragihandina agirbestekê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hate rawestandin.

Di raportê de hat jî, di wê operasyonê de hêzên rêjîma Sûriyê û grûpên terorist bi awayekî berçav yasayên şer û mafên mirovan binpê kirine.

Li gor zanyariyên wê komîteyê, di navbera 1ê Mijdara 2019an û 30 Nîsana 2020an de 17 xalên tendirustiyê, 14 dibistan, 9 bazar û 12 mal ji aliyê hêzên rêjîmê û piştevana wê Rûsyayê ve rastî êrîşan hatine û tê de 676 sivîl hatine kuştin.

Komîteyê da zanîn jî, grûpa Desteya Tehrîr El Şamê jî kiryarên revandin û kuştina welatî û rojnamevanan kirine.

 

S. B