Li beyabana Sûriyê 24 çekdarên DAIŞ û hêzên rêjîmê hatin kuştin

Li beyabana Sûriyê 24 çekdarên DAIŞ û hêzên rêjîmê hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li beyabana Sûriyê çekdarên DAIŞê êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di encamê de 24 çekdar ji herdu aliyan hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, çekdar DAIŞê li çend mihwerên di navbera sêgoşeya Heleb, Reqa û Hemayê de êrîşî hêzên rêjîma Sûriyê kirin û di navbera wan şerên giran rû dan. Herwiha firokeyên Rûsî jî piştevanî hêzên rêjîma Sûriyê.

Rewangehê diyar kir, di encama wan êrîşan de 11 çekdarên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve û 13 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Berî du rojan jî, di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser hêzên rêjîma Sûriyê li mihwerê Suxne li parêzgeha Humsê de, 25 leşker û çekdarên ser bi rêjîmê ve hatibûn kuştin.

Çekdarên DAIŞê ji zêdetirî salekê ve ye êrîşên xwe li hêzên rêjîma Sûriyê li beyabana Sûriyê bi taybet li parêzgeha Dêrazor, Reqa, Hums, Hema û Helebê zêde kirine.

Li gor zanyariyên Rewangehê, ji meha Adara sala bûrî ve, 601 serbaz û çekdarên ser bi rêjîma Sûriyê, 2 serbazên Rûsî û 127 çekdarên ser bi Îranê û regezên biyanî hatine kuştin. Ji aliyê DAIŞê ve jî 256 çekdar hatine kuştin.

 

S. B