Vetoya Rûsî û Çînî rê neda alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bibin
Rûsya û Çînê nûkirina mekanîzmaya ku rê dide alîkariyên Netewên Yekgirtî li Sûriyeyê bigihije 3 milyon kesî, veto kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya û Çînê nûkirina mekanîzmaya ku rê dide alîkariyên Netewên Yekgirtî li Sûriyeyê bigihije 3 milyon kesî, veto kir.
Encûmena Asayişa Navdewletî ji bo nûkirina mekanîzmaya ku rê dide alîkariyên navdewletî bigihijin Sûriyê, dengdan li ser projeyeke Belçîkî û Almanî kir.
Projeyasaya ji aliyê Belçîka û Alman ve hatiye pêşkêşkirin, pêşniyaz kiribû alîkariyên mirovî di riya deriyê sînorî Bab El Hewa li parêzgeha Idelibê û Bab El Selamê li parêzgeha Helebê bi riya Tirkiyê derbasî bakurê rojava Sûriyê bibe.
Herdu welatan hewl da alîkariyên mirovî di riya deriyê sînorî Til Koçer re jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, lê hewla wan rastî vetoya Rûsî û Çînî hat.
Ji sala 2014an ve li gor biryareke navdewletî re, alîkariyên mirovî di 4 deriyên sînorî re derbasî Sûriyê dibûn û 4 milyon Sûrî sûdê ji werdigirin. 2 derî bi Tirkiyê re, deriyek bi Urdinê û deriyek bi Iraqê re ye.
Lê di nûkirina wê biryarê ya 10 Çileya 2020an de, gihandina alîkariyên mirovî tenê di du deriyên bi Tirkiyê re ji bo 6 mehên dirêj kiribû û di deriyên bi Iraq û Urdinê re rawestandibû. Vê carê jî derbaskirina alîkariyan di deriyên bi Tirkiyê re jî rastî vetoya Rûsî û Çînî hat.
S. B