Kurdên li Libnanê banga alîkariyê li Herêma Kurdistanê û ENKSê dikin
Kurdên li Libnanê dimînin ji ber xirabûna rewşa wan a jiyanê, banga hawarhatinê li Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û ENKSê dikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Kurdên li Libnanê dimînin ji ber xirabûna rewşa wan a jiyanê, banga hawarhatinê li Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û ENKSê dikin.
Revenda Kurdî li Libnanê bangewaziyek belav kir û tê de ragihand, ji ber daketina nirxê Lîreya Lubnanî li hember Dolarê Amerîkî, giranbûna nirxê kerestiyan li bazaran û nemana derfetên kar, ligel belavbûna vîrusa Koronayê, revanda Kurdî li Libnanê di rewşeke gelekî xirap de dimînin.
Diyar kir jî, piran Kurdên li Libnanê dimînin, êdî nikarin kar, kirêyên xaniyan û pêwîstiyên jiyanê yên sereke dabîn bikin û rewşa wan gelekî metirsîdar bûye.
Revandina Kurdî li Libnanê di bangewaziya xwe de bang li Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Emîndariya Giştî ya ENKSê dike, bi hawara wan bên û alîkariya wan di vê rewşa xirap de bikin.
Di bangewaziyê de hatiye diyarkirin, nêzîkî 75 hezar Kurd li Libnanê dimînin û piraniya wan karkerên Rojavayê Kurdistanê ne, herwiha beşek jî ji piştî krîza Sûriyê destpê kiriye, ji ber rewşa şer berê xwe dane Libnanê.
S. B