Firansa bi tenê dijî Tikriyê radiwesete

Bûyera 10ê Xizîranê li rojehelata Derya ya Sipê ya Rojehelata Navîn, ku gemîyeka cengî ya Firansayê li jêr navê NATOyê, bi tuhmeta gehandina çekan bo Lîybyayê, hewil da gemîyeka pir çek a Turkiyê bipişkine, ku wê gemîyê ala ya Tenzanîya li ser hatibû heldan, gehendina çekan jî bo Lîbyayê dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ye.

K24- Hewlêr

Bûyera 10ê Xizîranê li rojehelata Derya ya Sipê ya Rojehelata Navîn, ku gemîyeka cengî ya Firansayê li jêr navê NATOyê, bi tuhmeta gehandina çekan bo Lîybyayê, hewil da gemîyeka pir çek a Turkiyê bipişkine, ku wê gemîyê ala ya Tenzanîya li ser hatibû heldan, gehendina çekan jî bo Lîbyayê dijî biryara Neteweyên Yekbûyî ye.

Li gor raporta (The Washngtun Post) evro 8ê Tîrmehê, wezareta hêzên çekdarên Firansayê, gotebêjê hikumeta Firansayê dibêje: Gemîya wan tûşî gefan bûye ji alîyê sê gemîyên Tirkiyê ve, ku alîkarên wê gemîya pir çek bûn; ewa ala ya Tenzanya li ser hatibû heldan.

Got jî: Gemîyên Tirkiyê rûyê çekên xwe kirin gemîya Firansayê.

Turikya ji alîyê xwe ve red dike çek gehandibin Lîbyayê û dibêje: Ewê gemîyê harîkarîyên mirovî pê re hebûn e  û gemîyên cengîyê Firansayê refatrên dijminkarane encamdane.

Îsmayîl Heqî, balyozê Tirkiyê li Firansayê got: Ew sê gemî yên welatê wî, alîkarên NATOyê bûne bo rêgirîkirinê ji şandina çekan bo Lîbyayê ku ji alîyê Neteweyên Yekbûyî hatîye sepandin.

NATOyê hewil da vekolînê di evê bûyerê de bike, lê negehişte ti encamekê. Dû dîplomatkarên Ewrûpayî bi Waşitun postê re ragehandine, Firansayê nameyek gehandîye Yanis Stoltinbêrg, sekeretêrê giştî yê NATOyê, lê wî di bersiv de gotîye, ti rastîyek nehatine aşkera kirin.

Pêntagonê, ti axivtin li ser wê bûyerê nîne. Li gor dîtina wê, heymeke Tirkiyê ji sîyaseta NATOyê derketîye û wê axivtin li ser evê yekê nemaye.

 Herweha Firansayê ronahî xistîye ser evê bûyerê û li gor nerîna wê, hejmarek ji endamên NATOyê, xwazteka wê yekê li gel Receb Teyîb Erdogan hene ku kar li dijê berjewendîyên NATOyê bike.

Mark Êsper, wezîrê derve yê Emerîkayê derbarê Tirkiya ragehandîye, araste ya karkirina Tirkiyê berev şaşîyê ye.

Herweha kolonîl, Tomas Kambil, gotebêjê Pêntagonê dibêje: Pêntagon her hewil dide û dixwaze peywendîyên xwe li gel Turkiya pêş bixe, lê Turkiya hewlên zêdetir dide ku bi vajîya xwazteka Emerîka û NATOyê bilive.