Li cîhanê qurbaniyên Koronayê 550 hezar kes derbas kir

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 canê xwe jidest dane, 550 hezar kezar kes derbas kir û hejmara pêketiyan jî 12 milyon kes derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Koronaya nû Covid-19 canê xwe jidest dane, 550 hezar kezar kes derbas kir û hejmara pêketiyan jî 12 milyon kes derbas kir.

Amerîka di rêzbendiya welatên herî zêdetir ziyan ji vîrusa Koronayê dîtine de, di pileya yekem de tê. Li wî welatî heta niha zêdetir ji 132 hezar kesî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane. Herwiha zêdetir ji 3 milyon kesî jî bi Koronayê ketine.

Di pileya duyem de jî Brazîl tê, ku hejmara kesên canê xwe jidest dane gihîşt 70 hezar kesî û zêdetir ji 1.7 milyon pêketî li wî welatî hatine tomarkirin.

Di pileya sêyemîn de, Bîrtana bi mirina 44 hezar û 600 kesî û pêketina zêdetir ji 288 hezar kesî tê. Piştre di pileya Çarem de jî Îtalya bi mirina 33 hezar kesî û pêketina zêdetir ji 275 hezar kesî tê.

Ji aliyekî din ve, li Hindistan û Rûsya hejmareke mezin ji xelkê bi Koronayê ketine, lê rêjeya mirina bi wê vîrusê kêmtir e.

Li Hindistanê 742 hezar kes bi Koronayê ketine, hejmara mirina bi Koronayê jî dora 21 hezar kesî ye. Li Rûsya zêdetir ji 707 hezar pêketî hene, lê heta niha 10 hezar û 843 kesî bi wê vîrusê canê xwe jidest dane.

 

S. B