Wedat Aydin li Diyarbekirê hat bibîranîn

Di 29. Salvegera kuştina wî de Wedat Aydin hat bibîr anîn.

K24 – Diyarbekir

Mafparêz û Siyasetmedarê Kurd, Wedat Aydin li ser gora xwe ya Diyarbekirê, bi merasîmekê hat bibîr anîn. Malbat Wedat Aydin û beşdarên merasîmê, ragihandin ku ji ber Wedat Aydin, ji bo mafên gelê xwe, bi rêyên demokratîk têkoşîn dida ji aliyê hêzên tarî ve hatiye armanc kirin û ji ber li Tirkiyeyê, kujerên nûner û pêşengên gelê Kurd tên parastin ew kuştin berdewam dikin.

Rêvebirên partiyên siyasî û saziyên sivîl di 29. Salvegera kuştina Wedat Aydin de, li ser gora Wî, Wedat Aydin bibîr anîn. Di merasîmê de, bal hat kişandin ku Wedat Aydin, ji aliyê kesên ku xwe wek hêzên dewleta Tirkiyeyê pênase kirine ve hatiye desteser kirin û kuştin, loma jî dewlet ji kuştina wî berpirs e û divê ji gelê Kurd lêborîn bê xwestin.

Birayê Wedat Aydin Weysî Aydin anî ziman ku 29 sal piştî kuştina Wedat Aydin, li Tirkiyeyê gelek tişt guhêrîn, lê hişmendiya dijberiya Kurdan nehatiye guhartin. Aydin bal kişand ku kesên Kekê wî revandine û kuştine, peywirdarên dewletê bûne û tên zanîn. Lê ew kiryar hatine parastin û piştî Wedat Aydin jî heta salên 2000’an ji 17 hezarî zêdetir Kurd bi heman awayî hatinê winda kirin û kuştin.

Weyasî Aydin ji K24ê re got: “Kesayetekî heskiriyê gelê xwe bû, heskiriyê xwezayê û heskiriyê aştiya nav civakê bû. Her wisa hewldan, xebat, kar û bizavên wî jî, ji bo tiştên şexsî bêtir ji bo wan armancan bû û jiyana xwe wisa berdewam dikir.”

Wedat Aydin li gel nasnameya xwe ya siyasî, yek ji wan damezrenêrê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD ya Diyarbekirê bû jî.

Serokê ÎHD ya Diyarbekirê Abdullah Zeytûn jî balê kişand ku ew wek komele, li ser wê şopa ku wî û hevalên xwe hiştine, têkoşîna maf û azadiyan didin û ragihand ku dê ew têkoşîn bê rawestan berdewam bike.

Serokê ÎHD a Diyarbekirê Abdullah Zeytûn diyar dike: “Di nav gelê Kurd de, Wedat Aydin hêj jî dijî, rihê wî û têkoşîna wî bi me ra dijî. Niha komeleya mafên mirovan jî wek Wî li meseleyê dinihêre. Wedat Aydin ji bo mafê Kurdan, mafên gelê xwe parastinê hewlan dida û têdikoşiya. Em jî dizanin ku jixwe ji ber wê yekê hat kuştin. Bi wê têgihiştin û armanca Wî, em jî xebat û têkoşîna xwe didomînin.”

Wedat Aydin dema ku serokê Partiya Kedê ya Gel HEP’ê yê bajarê Diyarbekirê bû, di 5’ê Tîrmeha 1991’an de, ji aliyê kesên ku xwe wek polês didin nasîn ve, ji mala xwe tê desteser kirin û di 7’ê Tîrmehê de li binê pereke li ser rêya Diyarbekir û Elezîzê terme wî tê dîtin. Di 10’ê Tîrmehê de jî merasîma defin kirina Wedat Aydin, li Diyarbekirê, bi beşdariya 10 hezaran kesî bi girseyî hatibû kirin.