Li Tirkiyê 21 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 21 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 21 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 21 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 16 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 344 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 211 hezar û 981 kes bi Koronayê ketine.
Koca diyar kir jî: "Di 3 rojên dawîn de 7 bajarên ku herî zêde hejmara pêketinan li wan kêm bûne ev in: Qers, Çanakkale, Bartin, Artvîn, Ardahan, Kutahya û Yalova.
Tekez kir jî, kêmbûna rêjeya pêketina bi vîrusa Koronayê, girêdayî û jihevdûriyê ye.
S. B