Li Tirkiyê 19 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 19 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 19 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 1 hezar û 12 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 363 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 212 hezar û  993 kes bi Koronayê ketine.

Diyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 298 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 194 hezar û 515 kesan.

Koca diyar kir jî: di 3 rojên dawîn de 5 wîlayetên ku hejmara nexweşên giran li wan herî zêde ye; Stenbol, Riha, Enqere, Dîlok û Konyayê ne.

 

S. B