Enqere: Piştîvanîya Parîsê bo Kurdên cudaxwaz sedema nakokîya me ye li gel Firansayê

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand, me li gel Firansayê, ji hemû welatan zêdetir têgehiştin heye derbarê kirîza Sûriyê, lê piştî hevkarîkirina Yekîneyê Paraztina Gel (YPG) ji alîyê Parîsê ve, nakokî di navbera me de durist bûye.

K24- Hewlêr

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawişuglu, di daxuyanîyekê de bo ronamevanan, evro Dûşembîyê 13yê Tîrmeha 2020ê, ragehand, me li gel Firansayê hevahengîyeka temam hebû, lê piştî wan dest bi hevkarîya Yekîneyên Parzatina Gel (YPG) a Kurdî ya cudaxwaz kir, ji bo dabeşkirina axa Sûriyê, nakokî di navbera me de serhelda.

Enqere çend carin koçka Elîzê şermezar dike bi sedema wê yekê ku pêşwazî li şanda Civata Sûriya Demokrat (balê  sîyasî yê Hêzên Suriya Demokrat (HSD) kirîye. Tirkiyê evê pêşwazîyê bi hewlek bo rewayîdan û şerîyetê bi paşbendê rêkxistîyeka (teroristî) wesif dike.