Elmanya: Em nîgeran in ji biryara guhertina Eyasofîya
Gotebêjê hikumeta Elmanya Ştîvan Zaybirt ragehand, Berlîn daxbare bi guhertin mozexane ya Eyasofya bi Mizgeftê.
K24- Hewlêr
Gotebêjê hikumeta Elmanya Ştîvan Zaybirt ragehand, Berlîn daxbare bi guhertin mozexane ya Eyasofya bi Mizgeftê.
Evro di daxuyanekê de bo rojnamevanan, goebêjê hikumeta Elmanya got: Eyasofya bo herdû olên Îslam û mesîhîyan behayeka mezin heye û em nîgeran in ji biryara Enqereyê bi guherrtina wê mozxaneyê bi mizgeftê.
Herweha got: Em çaverê dikin bizanin rênimayên bikarhînana wî cihî di dahtî de çawa dibe.
Eya Sofya kevne dêreka kirîstîyanan bûye û sultan Mehemed fathih kire mizgeft. Li sala 1934 bû mozexane û niha careka dî bû mizgeft û ev yek jî bû cihê nerazîbûna cîhan mesîhî.