Li Tirkiyê 20 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
K24- Navenda Nûçeyan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 20 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 20 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 992 kesên din jî bi koronayê ketin.
Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 402 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 214 hezar û 993 kes bi Koronayê ketine.
Diyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 298 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 196 hezar û 720 kesan.
Pêştir Wezîrê Tendirustiyê diyar kiribû di çend rojên dawîn de li Stenbol, Riha, Enqere, Dîlok û Konyayê zêdetir xelk bi vîrusa Koronayê dikevin.
S. B