Firokeyeke serbazî ya Tirkiyê li Wanê kete xwarê

Firokeyeke Tirkiyê li parêzgeha Wanê kete xwarê û di encamê de 7 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyeke Tirkiyê li parêzgeha Wanê kete xwarê û di encamê de 7 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe jidest dan.

Wezîrê Navxwe ya Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, îro berbangê firokeyeke Tirkiyê li parêzgeha Wanê kete xwarê û di encamê de 7 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe jidest dan, 2 ji wan firokvan bûn.

Wezîrê Navxwe diyar kir, ew firokeya model 2015 ku ji roja Duşemê ve li Wan û Colemêrgê di erkê çavdêriyê de bû û roja 15ê Tîrmehê demjimêr 18.35 ji Firokexaneya Ferit Melen a Wanê bi armanca çavdêrîkirinê rabûye.

Soylu da zanîn, firoke demjimêr 03:00 berbangê li bilindahiya 2200 metroyî li çiyayê Artos ket û têkşikiya.

 

S. B