Li Tirkiyê 17 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên bûrî de, 17 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê Fexredîn Koca ragihand di 24 demjimêrên bûrî de 17 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan û 947 kesên din jî bi koronayê ketin.

Bi vî awayî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê heya niha 5 hezar û 419 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane, 215 hezar û  940 kes bi Koronayê ketine.

Diyar kir jî, Di 24 demjimêrên dawîn de bi başbûna 1 hezar û 13 kesan, hejmara kesên ji vîrusa Koronayê baş bûne gihişt 197 hezar û 733 kesan.

Pêştir Wezîrê Tendirustiyê diyar kiribû di çend rojên dawîn de li Stenbol, Riha, Enqere, Dîlok û Konyayê zêdetir xelk bi vîrusa Koronayê dikevin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24 li Diyarbekirê, niha di navbera 350 û 400 nexweşên Koronayê li nexweşxaneyên Diyarbekirê hene.

 

S. B