Baydin hûşdarîyê dide ji destwerdana Rûsya di helbijartinan de

Co Baydin, berbijêrê Partîya Demokrat bo helbijartinên dahatî ya serokatîya Emerîkayê ragehand, raportên hewalgirîyê amaje dikin, ku Rûsya berdwame li ser hewildanê bo destwerdanê di helbijartinan de, ku biryare di meha Kanûn Yekema dahatî de bihên encamdan.

K24- Hewlêr

Co Baydin, berbijêrê Partîya Demokrat bo helbijartinên dahatî ya serokatîya Emerîkayê ragehand, raportên hewalgirîyê amaje dikin, ku Rûsya berdwame li ser hewildanê bo destwerdanê di helbijartinan de, ku biryare di meha Kanûn Yekema dahatî de bihên encamdan.

Êvarî ya duhî Heynîyê, Baydin bi alîgirên xwe re got: Berê me dizanî, lê piştî min zanyarî ji hewalgirîyê wergrtin, niha ez dizanim, ku Rûsiya hêj her hewil dide rewayîyê bo helbijartinên me nehêile.

Hoşdarî jî da û got: (Heke Rûsya berdewam be li ser destwerdanê, nirxeka giran dê bide), ev heke di helbijatinên daahatî de li bernaber serokê niha yê Emerîkayê, Donald Tiramp serkevt.

Baydin got jî:  Çîn jî çalakîyan dike, ( armanc jê nehêlana bawerîyê ye ) bi encamên helbijartinên 2020ê.

Aşkera nebûye, ka kengê Baydin zanyarîyên hewelgirîyê bi dest ketine û karek asayî ye, bo berbijêrên serekî yên helbijartinên Emerîkayê ku wan zanyarîyan bi dest xwe bihînin.

Baydin di kongireyeka rojnamevanî  de li 30yê Xizîrana burî gotibû, hewalgirîyê ti raport nedayine wî, derbarê wan raportên behsa wê yekê dikin ku serokê Emerîkayê, Donald Tiramp ti kar nekirîye beranber wan raportên hewalgirîyê ewên dibêjin: Rûsya padaşt û pere terxan kirine bo kuştina serbazên Emerîkayî li Efxanistanê.

Rûsyayê ji alîyê xwe ve, gelek caran dengoya destwerdana wê di helbijartinên Emerîkayê de û welatên din red kiribû.

 

Çavik: Ajansa Royterz