Nivîskar û weşangerê Kurd Azad Zal serbest hat berdan

Nivîskarê lêkolîner û weşangerê Kurd Azad Zal ku di 26’ Hezîranê de ji ber doza Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû binçavkirin û di 30’ê Hezîranê de jî, ji bo dadgehê hatibû veguhastin; di 18’ê Tîrmehê de serbest hat berdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di derheqê Nivîskar û weşangerê Kurd, Azad Zal de ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê ve lêpirsîn hatiye destpê kirin û roja ku hatibû desteser kirin, li weşanxaneya wî J&J jî operasyon hatibû pêkanîn. Piştî ku dora 2 mehan li girtîgeha tîpa D girtî ma, îro bi biryara dadgehê serbest hat berdan.