Rewangeha Sûrî: Tirkiyê 2.5 hezar “cîhadiyên Tunisî” ji Sûriyê birine Lîbyayê

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hewalgîriya Tirkiyê 2 hezar û 500 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê birine Lîbyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hewalgîriya Tirkiyê 2 hezar û 500 çekdarên DAIŞê ji Sûriyê birine Lîbyayê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirvan di raportekê de belav kir, hewalgîriya Tirkiyê di çend mehên bûrî de dora 2 hezar û 500 çekdarên DAIŞê yên ji regeza Tunisî ji Sûriyê vegihastine Lîbyayê.

Li gor zanyariyê Rewangehê, çekdarên ji bo Lîbyayê tên veguhastin, li aliyê hikûmeta Wîfaq, şerê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê bi serokatiya Xelîfe Hefter dikin.

Li gor amarên Rewanegehê, Tirkiyê heta niha 16 hezar û 100 çeteyên Sûrî birine Lîbyayê, di nava wan de 340 zarokên di bin 18 saliyê re hene. Ji wê hejmarê jî dora 5 hezar û 100 piştî bidawîbûna erkên wan li Lîbyayê, vegeriyane.

Diyar kir jî, heta niha dora 470 çekdar li Lîbyayê hatine kuştin, di nava wan de 33 zarokên di bin 18 saliyê re hene.

 

S. B