Sê welat li ser rewşa Lîbyayê gefan dikin

Firansa, Elmanya û Îtaliya gefên siza û dorpêçan li wan welatan dikin, ewên biryara Neteweyên Yekbûyî derbarê dorpêça çek û teqmenîyê li ser Lîbyayê binpî dikin.

K24- Hewlêr

Firansa, Elmanya û Îtaliya gefên siza û dorpêçan li wan welatan dikin, ewên biryara Neteweyên Yekbûyî derbarê dorpêça çek û teqmenîyê li ser Lîbyayê binpî dikin.

Di ragehandineka hevpişik de, Îmanoyêl Makron, serokê Firansa . Engêla Mêrkil, rawêjakara Elmanya û Giyosipê Kontê, serok wezîrên Îtaliya dibêjin,  divê hemû welatên bîyanî dawîyê bihînin bi destwerdana xwe û şikandina dorpêça çekan li ser Lîbyayê.

Hoşdarîyê jî didin ku amadene sizayên wan alîyan bidin, ewên dorpêça çekan li ser Lîbya bi rêya asmanî, avî û hişkayî dişkin in.

Tirkiyê yek ji wan welatane ku ev gefên hanê wê vedigire, çunku di çend hefteyên burî de, çek û çekdar bo hikumeta Lîbya şandine. Herweha Îmarat, Misr û Rûsya jî bi hevkarîya Xelîfe Hefter, fermandarê Supayê Nîştîmanîya Lîbyayê, dihên tuhmetbar kirin.

Ji çend rojên burî ve, ceng berdewame li ser kontirolkirina çend wêstegên petrola Lîbyayê li devera Sirt, ku niha li jêr kontirola hêzên Xelîfe Hefter e.

Ji bilî evan  gefan , Misr û Tirkiye jî gefan li hevdû dikin li ser destwerdanê li Lîbya.

 

Çavik: Royterz