Li Sûriyê 4 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dan

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê mirina 4 kesan bi vîrusa Koronayê radigihîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê mirina 4 kesan bi vîrusa Koronayê radigihîne.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, 26 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 4 pêketiyan jî canê xwe jidest dan.

Wezaretê diyar kir jî, 10 pêketiyên bi vîrusa Koronayê baş bûn.

Li gor amarên Wezarta Tendirustiyê ya Sûriyê, heta niha 522 kes bi Koronayê ketine, ji wan 29 kesan canê xwe jidest dane û 154 kes jî baş bûne.

Ev di demekê de ye, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusa Korona ketine, ji yên Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê radigihîne zêdetir e.

 

S. B